Serok Barzanî pêswazî li sanda Amerîkî kir: Washington girîngiyeke zêde dide pêgeh û aramiya Kurdistanê
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Adarê roja Çarşemê li Selahedîn pêşwazî şandeke bilind a Wezareta Derve ya Amerîkayê kir.
Hat ragihandina ku şanda Amerîkî ji Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Jennifer Gavito û Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller û Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino û hejmarek ji şêwirmendên leşkerî û siyasî pêk hatibû.
Di hevdîtinê de rewşa Iraqê û pêşhatên siyasî yên dawî û proseya siyasî û çareseriyên ji bo derbasbûna gefan û parastina aramiyê hatin guftûgo kirin û tekezî li ser hemahengî û karê hevbeş ê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê di şerê terorê de hat kirin.
Herwiha di hevdîtinê de şanda Amerîkî destnîşan kir ku Amerîka gelek girîngiyê bi pêgeh û aramiya Herêma Kurdistanê dide.
Rewşa Sûriyê û pêşhatên meydanî yên rûbirûbûna terorê li wî welatî mijarên din ên vê civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin