Serok Barzanî, ligel sanda Amerîkî rewsa siyasî nirxand

17 January 2023 16:30 0 dîtin
Serok Barzanî, ligel sanda Amerîkî rewsa siyasî nirxand

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Ofîsa Serok Barzanî hatin ragihandin, Serok Mesûd Barzanî, îro pêşwaziya Avakarê Koşka Spî yê Kar û barên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê û şanda ligel wî kir.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku şandeke Amerîkî ku ji Avakarê Koşka Spî yê Kar û barên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Brett McGurk, Koordînatorê Taybet ê Serokatiyê yê Binesaziya Gerdûnî û Ewlekariya Enerjiyê Amos Hochstein, Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski û hejmarek şêwirmendên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, ligel Serok Barzanî civiyan.

Hat diyarkirin ku di civînê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hatine gotûbêjkirin û hat zanîn ku tekezî li ser çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û girîngiya rola Iraq û Herêma Kurdistanê ya di derbaskirina wan astengiyên li pêşiya enerjiyê ya di asta cîhanê de hatiye kirin.

Her wiha hat eşkerekirin ku rewşa Herêma Kurdistanê jî di civînê de hatiye nirxandin û Serok Barzanî bal kişandiye ku divê îsal hilbijartineke pak û dadperwerane li Herêma Kurdistanê were kirin û tu hincetek ji bo paşxistina hilbijartinan nayê qebûlkirin.

Li gorî hat ragihandin, Serok Barzanî diyar kiriye ku ji bo derbaskirina kêşeyan û piştgîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew bi daxwaz e ku civîn û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de berdewam be.

Hat ragihandin ku Serok Barzanî, piştevaniya xwe ya ji bo çaksaziyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de jî axiviye û berdewamiya wan çaksaziyan dubare kiriye.

Her wiha li ser rewşa siyasî ya navçeyê û metirsiya terorê jî nirxandin hatine kirin û şanda Amerîkî tekezî li ser girîngiya ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.