Serok Barzanî Patrîk Mar Awayê Sêyem û sanda ligel wî pêswazî kir: Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê 14ê Îlonê pêşwazî li Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî li cîhanê, Patriyark Mar Awayê Sêyem û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de Mar Awayê Sêyem ji bilî balkişandina ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera malbata Barzan û Dêra Rojhilat a Aşûrî de, spasiya Serok Barzanî ji bo piştevanî û parastina pêkvejiyan û tebayîya di navbera pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê de kir.
Serok Barzanî pîrozbahî li Patriyark Mar Awa yê Sêyem kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û xweşhaliya xwe nîşan da ku di dema borî de kursiya Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî ji bo Hewlêrê hat veguhestin.
Serok Barzanî got ku Herêma Kurdistanê welatê pêkvejiyan û tebahiya di navbera pêkhateyan de ye û pêwîst e ev pêkvejiyan were parastin û dewlementir bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin