Patrîkê Dêra Keldanî spasiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir

24 June 2024 16:27 0 dîtin
Patrîkê Dêra Keldanî spasiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Patrîkê Dêra Keldanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako peyameke spasiyê pêşkeşî Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Kardînal Luîs Sako berî vegere baregeha xwe ya li Bexdayê spasiya serkirdayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got: “Piştî paşvekişandina biryarnameya Serokomariya Iraqê, spasiya helwest û pêşwaziya germ a Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê dikim.”

Sako diyar kir: “Ez helwesta wan di serederîkirina rast û dirust de, bilind dinirxînim. Wek çawa Serok Barzanî di peyama xwe ya li tora X de belav kiriye, piştî ku fermana Dîwana Serokatiya Komarê derketibû.”

Kardînal Luîs Sako wiha pê de çû: “Spas ji Xweda re ku di dawiyê de rastî bi destpêşxeriya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî hat rastkirin, ku ez vê yekê ji bo aramiya welêt wek pêwîstiyeke girîng dibînim, ji ber ku ez ji bilî diyalogeke wêrek û hişmend ku her kes jê razî be, tu riyeke din ji bo çareserkirina pirsgirêkan û başkirina rewşê nabînim.”

Kardînal Luîs Sako di dawiya peyama xwe de rexne li sîstem û siyaseta desthilatdariya Iraqê girt û got: “Parçebûn wêranî ye û yekdestdariya desthilatdariyê aştiyê pêk nayîne, belkî parvekirina desthilatdariyê li ser bingehên destûrî, bingeha rêveberiyeke baş a demokratîk e ta ku xizmeta welat û welatiyan bike.”