Patrîk û metranên cîhana Dêra Asûrî spasiya rola Serok Barzanî kirin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro yekşemê (12.05.2019) pêşwaziya şandeke bilind a Dêra Rojhilatê Aşûrî li Cîhanê ya bi serokatiya Patrîkê Pîroz Mar Gurgîsê Sêyem Silêwe, Patrîkê Dêra Rojhilatê Aşûrî li Cîhanê û hejmarek metranên Dêra Rojhilatê Aşûrî li welatên Amerîka, Kanada, Ewropa, Awustralya, New Zelanda, Hindîstan, Îran, Iraq, Sûriye û Lubnanê kir.
Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û cîhanê û gefa hizra tundiyê û terora li ser asayîşa cîhanê û paşaroja mirovayetiyê danustandina bîr û ramanan hat kirin û tekez li ser karkirina hemû aliyan bo kûrkirina birayetî û mirovayetiya li asta cîhanê û di navbera olan de hat kirin.

Di vê civînê de çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê û birayetî û tebayiya di navbera pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê de bilind hat nirxandin û şanda mêvan spasiya Serok Barzanî kir ku roleke mezin di parastina pêkhatan û pêşxistina birayetî û pêkvejiyanê de heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin