Mesrûr Barzanî bi patrîkê nû yê Dêra Qedîm ya Rojhilat re civiya

24 June 2023 19:14 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi patrîkê nû yê Dêra Qedîm ya Rojhilat re civiya

PeyamaKurd -  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  Mesrûr Barzanî bi patrîkê nû yê Dêra Qedîm ya Rojhilat bi Georgos ê III.em û heteya pê re civiya. Di hevdîtinê de bi sedema ku patrîkê dêrê hêj nûh dest bi wezîfa xwe ya dêrê kiriye, serokwezîr Mesrûr Barzanî wî pîroz kir û di xebata wî ya nûh de jê re serkeftinê xwest.

Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî desteka hukumeta Herêma Kurdistanê ya di mijara pêkvejiyana pêkhateyên Kurdistanê de ragihand.

Patrîkê dêrê jî behsa pêşdeçûna Herêma Kurdistanê kir û her weha behsa azadiya olan (dîn) û parastina mafên Îsewiyan yên Herêma Kurdistanê kir û ji bo desteka hukumeta Herêma Kurdistanê sipasiya hukumetê kir.