Mesrûr Barzanî pêswazî li Patrîkê Dêra Keldanî û metranan kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê 6ê Tebaxê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Patrîkê Dêra Keldanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Luis Sako û metranên ligel wî kir.
Piştî civînê hate ragihandin ku di hevdîtinê de Patrîk Kardînal Luis Sako spasî û pêzanîna xwe bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da, ji bo pêşwazîkirin û piştevaniya ku jê re hatiye kirin û pesnê rewşa pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê da.
Mesrûr Barzanî xem û fikarên xwe derbarê paşvekişandina biryarnameya Serokomariya Iraqê li ser Patrîk Kardînal Luis Sako û Dêra Keldanî nîşan da û hêvîya sererastkirina wê xeletiyê anî ziman.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê weke her car navenda parastina mafên hemû pêkhatan û azadiya olî dimîne û piştgiriya civaka Xiristiyan dike ku ji aliyê hin aliyên bêberpirsiyar ve bi neheqî rastî qirkirina olî tên û berevanî li parastina mafên hemû netew û olan dikin li dijî guhertina demografî ya bi zorê radiwestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin