Patrîkê Dêra Rojhilat yê Asûriyan III. Mar Awa sipasiya Mesrûr Barzanî kir
PeyamaKurd – Patrîkê Dêra Rojhilat ya Asûriyan III. Mar Awa û heyeta pê re bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya û ji ber desteka Barzanî ya ji bo pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê sipasiya serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.
Serokwezîr bi sedema III. Mar Awa ku dibe 122 em patrîkê dêrê û ji ber dest bi wezîfa xwe ya nûh kir, Barzanî wî pîroz kir û serkeftinê jê re xwest. Barzanî ragihand ku ew girêdayê pêşdeçûna çanda piralî û jiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên Kurdistanê ye.
III. Mar Awa, ji bo parastina mafên pêkhateyên Kurdistanê û pêkvejiyana çanda bihevre ya Kurdistanê ku Barzanî destekê dide, sipasiya serokwezîr kir.
III. Mar Awa got ku divê modela li Herêma Kurdistanê ya çand û pêkvejiyanê, ya baweriyê û azadiyê bibe mînak û divê baş bê fêmkirin. Di hevdîtinê de behsa pêşdeçûnên li Iraqê û Sûriyê jî hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin