Metranê Dêra Rojhilat: Em spasiya dezgehên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin

21 July 2023 11:39 0 dîtin
Metranê Dêra Rojhilat: Em spasiya dezgehên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin

PeyamaKurd Metranê Dêra Rojhilat serdana Akrê û deverên Krîstiyan tê de niştecî ne kir û piştî serdana xwe bi daxuyaniyeke rojnamevanî re diyar kir, ew spasiya dezgehên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji ber alîkariya wan a berdewam a ligel wan û bersivdana ji bo hemû pirsên ku li wê navçeyê rûdidin.

Dêra Rojhilat Metran Şemûn Danyal do da zanîn: “Em spasiya dezgehên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji ber alîkariya wan a berdewam a ligel wan û bersivdana ji bo hemû pirsên ku li wê navçeyê rûdidin. Herwiha em spasiya hewlên Serok Mesûd Barzanî dikin, ku her dem hembêza wî ji bo Krîstiyanan vekirî ye û piştevaniya wan dike.”

Metran Şemûn Danyal eşkere kir: “Em spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, herwiha Mensûr Barzanî û Wezîrê Navxwe yê Herêmê Rêber Ehmed dikin, ku her dem ji bo gihiştina hawara Krîstiyanan li Herêma Kurdistanê amade ne û di egera rûdana kêşeyekê de rasterast têne ser xet û kêşeyan çareser dikin.”

Li ser rewşa Krîstiyanên li navçeyê jî Metranê Dêra Rojhilat got: “Spas bo Xweda li vê derê bextewarî heye û hevkarî û xoşewîstiya berdewam heye.”