Patriyarkê Dêra Asûrî ya Rojhilat spasiya gel û hikûmeta Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê îro Çarşemê pêşwazî li patriyarkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat, Mar Awa Royel ê Sêyem û şanda ligel wî kir.
Patriyarkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat, ji ber pêşwazî û vehewandina koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî koçberên Kirîstiyan, spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Nêçîrvan Barzanî bi helkefta destbikarbûna wî, pîrozbahî li patriyarkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat, Mar Awa Royel kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştgiriya xwe ji bo wî di erkê nû de ragihand.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rola mamosteyên olî yên tevahiya olan di pêkevjiyana aştiyane de û ji partiyarkê Dêra Aşûrî ya Rojhilatê re da xuyakirin, “Rola qedaseta te, dêr û kesayet û mamosteyên olî yên tevahiya olan di kûrkirina bihevrejiyanê, lêborîn û aştiyê de girîng e.”
Nêçîrvan Barzanî hebûna kursiya patriyarkê li Hewlêrê “girîng” bi nav kir û diyar kir, ew yek baweriyê çêdike.
Di hevdîtinê de patriyark Mar Awa Royel û şanda pê re, ji ber beşdariya serok Nêçîrvan Barzanî di merasîma diyarkirina qedaseta patriyark de, spas û pêzanînên xwe nîşan dan û “pesnê rol û bandora Serokê Herêma Kurdistanê di piştgîriya pêkhateyan û parastina pêkvejiyan û tebayî ya li Herêma Kurdistanê dan.”
Di hevdîtinê de, herdu aliyan herwiha tekezî li ser “miyanrewî û girîngiya aramiyê” kirin.
Nirxandina karubarên dêrê li Herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê û rewşa Kirîstiyan û pêkhateyên li Herêma Kurdistan û Iraqê, mijareke din a civînê bû.
Di civînê de şandeke Dêra Aşûrî ya Rojhilat û Wezîrê Ewqaf û Karubarên Olî yê Herêma Kurdistanê jî amade bûn.
Hejayî bibîrxistinê ye, 122mîn patriyarkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat roja 13ê Îlona 2021an, merasîmekê li Dêra Mar Yuhena Mehmedan a li Enkawe ya Hewlêrê, bi fermî dest bi karê xwe kir. Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê, Omêd Xoşnaw û hejmarek berpirsên din ên hikûmeta Kurdistanê beşdarî li merasîmê kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin