Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Asûrî dest bi kar kir
PeyamaKurd – Li Hewlêrê, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi serpereştiya Serokê Usqufa Hindistanê, Birîkarê Patriyarkê Giştî, hemû metran, usquf û endamên civata Dêra Rojhilat a Aşûrî, Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî, bi merasîmekê dest bi kar kir.
Li Dêra Mar Yohenna Memdan a li Enkawaya Hewlêrê, îro di saet 09.00an de, merasîmeke taybet hat sazkirin û 122yemîn patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî dest bi kar kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd, Wezîrê Herêmê yê Pêkhateyan Aydin Merûf û Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di merasîmê de beşdar bûn.
Destbikarkirina Mar Awa, wek patriyarkê nû yê Kenîseya Mar Yohenna, piştî wê tê ku civata pîroz a Dêra Rojhilat a Aşûrî bi serpereştiya Mar Milîs Ziya, Metranê Awistralya, Zelanda Nû û Lubnanê, civîneke du rojî bo hilbijartina patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat li Enkawaya Hewlêrê saz kirin.
Wê demê hatibû diyarkirin, civîna wê civatê bi beşdariya piraniya usqufên ser bi dêrê ve bûye û bo du rojan berdewam kiriye û Mar Awa wek patriyarkê 122emîn ê Dêra Rojhilat a Aşûrî hatiye destnîşankirin.
Mar Awa Royel, di 04/07/1974an de wek zarokê dayik û bavekî Aşûrî jidayîk bû, berî niha, patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî bû li California.
Mar Awa, kesayetekî nerm e û dîplomasî heye û girîngiyê bi aştî û pêkvejiyanê dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin