Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Partriyakê Dêra Rojhilat a Asûrî kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro pêncşemê 9ê Îlonê bi pêwendiyeke telefonî pîrozbahî li hilbijartina Qedasetê Partriyark Mar Awayê Sêyem bo Partriyakê Dêra Rojhilat a Aşûrî kir.
Nêçîrvan Barzanî, di pêwendiya telefonî de, piştgîriya xwe ji bo azadiya olî û pêkvejiyan û lêborînî û hevdu qebûlkirina pêkhatan dûpat kir û bal kişand ser rola Dêrê û pêgeha wan ya olî ya di bihêzkirina kultûra civaka Kurdistan û Iraqê de.
Barzanî herwiha hêviya serkeftinê ji bo kar û erkên Qedasetê Partriyak xwest.
Qedasetê Partriyark Mar Awayê Sêyem jî spasîya Nêçîrvan Barzanî kir û tekezî li ser girîngiya rola birêz ya li piştgîriya pêkvejiyan û azadiya li Herêma Kurdistanê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin