Nêçîrvan Barzanî, pîrozbahî li Mehmûd El-Meshedînî kir
PeyamaKurd – Bi minasebeta hilbijartina Dr. Mehmûd El-Meşhedînî weke serokê encûmena nûnerên Iraqê, Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û pîrozbahî lê kir.
Nêçîrvan Barzanî, hilbijartina Dr. Mehmûd El-Meşhedînî ya weke serokê encûmena nûneran weke pêngaveke erênî ye û got, “Em di wê baweriyê de ne ku hilbijartina wî pêngaveke erênî ye ber bi qonaxeke nû ya hevkarî û karê hevbeş ve di navbera hêzên siyasî de û di birêvebirina karûbarên welat di warê siyasî, îdarî û yasayî de.
Em hêvîdar in ku ev hilbijartin bibe sedema bihêzkirina yekrêziya niştimanî û hemû hewlên xwe ji bo xizmetkirina gelê xwe bi hemû pêkhateyên xwe bidin meşandin. Em li bendê ne ku encûmena nûneran rola xwe ya yasayî bi bandortir di bihêzkirina pêvajoya yasayî û pesendkirina yasayên ku xizmeta daxwazên xelkê dikin û piştevaniya aramî û paşeroja welat dikin berdewam bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin