Nêçîrvan Barzanî û Mehmûd Meshedanî civiyan
PeyamaKurd – Îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe de yên li Bexdayê, li gel Serokê parlementoya Îraqê Mehmûd Meşhedanî civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û aliyên federalî hatin kirin û her du aliyan tekezî li ser girîngiya bihêztirkirina hevkariya her du aliyan a ji bo çareserkirina kêşeyên heyî li ser esasê destûrê lihevkirin û bipêşdebirina hevkarî û hevahengiya navbera her du aliyan bi girîng hate wesifkirin.
Serokê herêma Kurdistanê di civînê de tekezî li ser girîngiya rola parlementoyê kir ji bo bihêztirkirina diyaloga nîştimanî û dabînkirina dadwerî û wekheviyê ji bo tevahiya pêkhateyên Iraqê û çareserkirina kêşeyên welat bi taybetî kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji derokê parlementoyê kir da ku, ji bo serrastkirina qanûna bûdceya 2025an bi
awayekî weha bi rola xwe rabe ku dadmendî di warê dabînkirina maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê werin peydakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin