Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Mark Rutte kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber ku weke sekreterê giştî yê NATOyê dest bi peywira xwe kir, pîrozbahî li Mark Rutte kir.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir ku tê de pîrozbahî li Mar Rutte kir. Di wê peyamê de Nêçîrvan Barzanî got: “Ji ber weke sekreterê giştî yê NATOyê hatiye peywirdarkirin, ez pîrozbahiyê li Mark Rutte dikim. Di vê erka wî ya girîng de ez jê re serkeftinê dixwazim û ez bi dilekî biheyecan li bendê me ku hevkariya me bidome.”
Nûnerên herwext ên 32 welatên ku endamên NATOyê ne, li Bruksela paytexta Belçîkayê civiyan û piştî Jens Soltenberg, Mark Rutte wekî sekreterê xwe yê giştî hilbijartin ku dibe yê 14emîn ku vê erkê pêk tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin