Nêçîrvan Barzanî bi sekreterê gistî yê NATOê Mark Rutte re hevdîtinekî kir

15 February 2025 21:04 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi sekreterê gistî yê NATOê Mark Rutte re hevdîtinekî kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Almanya li bajarê Munihê di konferansa ewlehiyê ya 61em de bi sekreterê giştî yê NATOyê bi Mark Rutte re hevdîtinekî pêkanî.

Di hevdîtinê de, li ser xwurtkirina hevkariya navbera Iraqê û NATO de, li ser ewlehiya herêmê û tehdîdên IŞİDê axifîn. Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de got ku bi civîna bi Mark Rutte re gelek kêfxweşe.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî ji bo rakirina astengiyên ewlehiyê yên li herêmê û zêdekirina koordinasyona navbera NATO û Iraqê de bûn hemfikir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser mijarê daxwuyanî da û got ku Nêçîrvan Barzanî ji ber desteka ku NATO daye Pêşmerge, sipasiya NATOyê kiriye û dewama destekê wê ji bo îstîqrara herêmê gelek girîng be.

Di hevdîtinê de sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihandi ku wê desteka NATOyê ya ji bo hêzên Pêşmerge yên Herêma kurdistanê û Iraqê dewam bike û got ku girîngiyê dide hevkariya Herêma Kurdistanê ku bi terorê re têdikoşe.