Rojhilat: Xwepêsandêran qereqolek sewitand!

07 November 2022 16:30 0 dîtin
Rojhilat: Xwepêsandêran qereqolek sewitand!

PeyamaKurd- Di agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên herêmî yên Rojhilatê Kurdistanê ve hatin ragihandin de hat diyarkirin ku li bajarê Merîwanê, hêzên ewlehiyê êrîş birine ser xwepêşandêran û hat diyarkirin ku xelkê jî qereqolek daye ber êgir.

Piştî kuştina keça Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ya ji aliyên polîsên exlaqê yên Îranê ve 50 roj in ku xwepêşandan bê navber dewam dikin.

Hat diyarkirin ku di xwepêşandanên li Merîwanê de hêzên ewlehiyê êrîş kiriye û li gorî hat ragihandin, li gundê Nê jî xwepêşandêran qereqoleke aîdê Supayê Pasdaran şewitandiye.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku  li gelek deverên Merîwanê xwepêşandan ji duh bi şev ve dewam dikin û dirûşimên li dijî hikûmetê tên berzkirin. Hat ragihandin ku di encama xwepêşandan de êrîş hatiye kirin û ji ber van êrîşan jî gelek kes birîndar bûne.

Her wiha piştî spartina axê ya keça Kurd Nesrîn Qedrî ku ew jî li Tehranê di bin çavan de ji ber derbên hêzên ewlehiyê can dabû, merasîma binaxkirina wê ya li Merîwanê di bin sextan de derbas bûbû û ev yek jî bû sedem ku hêrsa xelkê Mêrîwanê zêdetir bibe.

Li gorî agahiyên dawî, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wekî Sîne, Kirmanşan û Seqiz ê her wiha li bajarên Îranê yên Tehran, Buşed û Meşhedê jî heta derengê şevê xwepêşandan dewam kirine.