Rojhilat | Li Sine ‘Îdareya Teblîxata Îslamî ya Îranê’ hate sewitandin

05 February 2023 14:20 0 dîtin
Rojhilat | Li Sine ‘Îdareya Teblîxata Îslamî ya Îranê’ hate sewitandin

PeyamaKurd – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, tevî hemû êrîş û çewisandina hêzên Îranê, serhildana dijî rejîma Îranê şeva borî jî dewam kir.

Ciwanê bajarê Sineyê bi şev derketin kolanan li dijî kiryarên rejîma Îranê nerazîbûna xwe nîşan dan. Ciwanan herwiha li bajarê Sine avahiya îdareya Teblîxata Îslamî ya Îranê jî şewitandin.

Di xwepêşandanên şevê de,  yên li taxên Wîlaşehr û Beharan û çend taxên din ên Sineyê, agir hatin vêxistin û dirûşmên “biherife rejîma Îslamiya Îranê, merg û neman bo Xamineyî” hatin bilindkirin.

Li gorî zanyariyan di navbera ciwanan û hêzên rejîmê de alozî û pevçûn derketin ku derbarê birîndaran de agahiyên berdest nînin.