Rojhilat - Sine | Ahenga ‘Hezar Def’ hate lidarxistin
PeyamaKurd- Ahenga çaremîn a Hez Def li gundê Digaga yê bajarokê Sewlawa ya parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin.

Di ahengê de 4 komên jin û mêran ên defjen û 15 hezar kesan beşdarî kir ku di ahenga îsal de piranî defjenên jin bûn.
Salên borî jî wek kevneşopeke çandî ahenga defjenan li gundên Palingan û Heşemêz hatibûn lidarxistin.

Bi saya ahengê gelek geştiyaran jî serdana gundê Digaga kir û bi ahengê re demên xweş derbas kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, dîroka defê di muzîka kurdî de xwedî cihekî girîng e ku heta niha he di şahîyan de hem jî di şînan de tê bikaranîn. Herwiha bi hatina ola Îslamê û derketina mezheban li Kurdistanê re jî, ev amûra muzîkê di merasîmên sofitî û tesewufê bikar anîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin