Ji Patrîkê Dêra Suryaniyên Ortodoks li Cîhanê peyam bo Mesrûr Barzanî
PeyamaKurd - Serokê dêra suryaniyên ortadoks li cîhanê Patrîk Ignatius Afram ê duyem peyamek pîrozbahiyê ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand.
Di peyamê de hat gotin, "Ez keyfxweşbûm Parlamentoya Kurdistanê bawerî da kabîneya nû û erkekî mezin ketiye ser milên we bo xizmet kirina hemû pêkhateyên herêma Kurdistanê."
Patrîk Ignatius Afram di peyama xwe de wiha got:
"Dewletmedar ê birêz Mesrûr Barzanî, em keyfxweşbûn bi bihîstina nûçeya serkeftina kabîneya te û bawerî wergirtina wê ya ji Parlamentoya Kurdistanê. Pêkanîna encûmena wezîrên hikûmeta Kurdistanê – Iraqê, berpirsyartiyeke mezin xistiye ser milê we. Erkê we peyamekî bi şeref e bo pêşkeş kirina xizmetkariyê ji lawên herêmê û bo hemû pêkhateyan û li gel birêz serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hewl bidin herêma Kurdistanê pêş ve bibin û pêşbixin."
Patrîk Ignatius Afram da zanîn: ‘’Bi navê xwe û di cîhana lawên dêra suryaniyên ortadoks li herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên germ pêşkeş dikim. Hêvîdarim xwedê yê mezin qesrên we serkeftî bike. Bi taybetî parêzgerî li aramî û seqamgiriya herêmê bike û ew krîza wek bakurofeyê li hemû aliyekî navçeyê nemîne.’’
Di dawiya peyamê de jî Patrîk Ignatius Afram got: "Daxwaza bi tendurist û serkeftîbûnê ji bo herêma Kurdistanê – Iraq a berdewam pêşketinê, mezin bûnê dikim û rêzên kerembikin qebûl bikin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin