Serokwezîr Barzanî sersaxî da Dêra Keldanî û xirîstiyanên Seqlaweyê

05 June 2023 19:50 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî sersaxî da Dêra Keldanî û xirîstiyanên Seqlaweyê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5ê Hezîranê li ser koça dawî ya Keşe Fransîs Cubraîl Şêr peyameke sersaxiyê ji bo serokatiya Dêra Keldanî û Metranê Îbarşiye yê Hewlêrê û malbata Keşe Cubraîl û Xirîstiyanên Şeqlaweyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama sersaxiyê de got: “Mixabin agahiya koça dawî ya kesayetê naskirî yê Kildanî yê bajarê Şeqlawe rehmetî Keşe Fransîs Cubraîl Şêr gihîşte min."

Mesrûr Barzanî diyar kir: "Ez sersaxiyê li serokatiya Dêra Kildanî û Metranê Îbarşiye yê Hewlêrê û malbata cenabê wî û kesûkar û nasên wî û xwişk û birayên Xirîstiyanên Şeqlaweyê dikim û hevxemê wan im. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilniyayî bide her kesî.”