Serokwezîr Barzanî, ji ber sewata Hemdaniyê sersaxî xwest
PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser bûyera li Hemdaniyê peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser encama dilsoj a şewata ku bû sedema mirina bi dehan kesan û wiha got:
“Bûyera dilsoj a êgir, berbûnê di nav holeke dawetan a li qezaya Hemdaniye ku bûye sedema can ji dest dan û şewitîna bi sedan kesan, em gelek xembar kirin.
Ez sersaxiyê didim malbet û kesûkarên qurbaniyan û xwe bi hevparê xema wan dizanim û Xwedayê mezin rihê wan bi bihuştê şad bike û hêvî dikim ku birîndar zûtir şîfayê bibînin.
Şeva derbasbûyî, ligel karesata Hemdaniyeyê me Wezareta Tenduristiyê û tevahiya aliyên têkildar ên Hikûmeta Herêma Herêma Kurdistanê peywirdar kir da ku bilez bi hawara zirardîtiyan ve biçin û niha jî em amadebûna xwe ji bo her cure hevkariyeke pêwîst diyar dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin