Nêçîrvan Barzanî ji malbatên kesên di sewata li Soranê de can dabûn sersaxî xwest

09 December 2023 12:06 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî ji malbatên kesên di sewata li Soranê de can dabûn sersaxî xwest

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji malbatên kesên di şewata li Soranê de can dabûn, sersaxî xwest.

Li gor zanyariyan, Nêçîrvan Barzanî fermanda aliyên pêwendîdar ku careke din karesatin bi vî rengî çênebin.

Li taxa Cundiyaniyê ya Soranê ya Hewlêrê, agir bi wargehekê ku xwendekar û mamoste lê diman ket û 14 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Di deerbarê bûyerê de Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi telefonê bi Birêveberê Îdareya Serbixwa ya Soranê Helgurd Şêx Necîb re axiviye û derbarê bûyerê de zanyariyan wergirtiye.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbatên kesên ku di şewata li Soranê da canê xwe ji dest dabûn xwest û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest û amadebûna xwe ji bo her alîkariyên pêwîst ji bo birîndar û qurbaniyan nîşan da.