Mesûd Barzanî: Ez ji malbatên kesên di vê karesatê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazim

09 December 2023 11:16 0 dîtin
Mesûd Barzanî: Ez ji malbatên kesên di vê karesatê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazim

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî hevxemiya xwe ji xizmên wan kesên ku di karesata şewata Soranê de jiyana xwe ji dest dane xwest.

Li navçeya Soran a Hewlêrê danê êvarê ji ber şewata ku di avahiyekê de derket 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Min bi dilgiranî nûçeya şewata li avahiyeke bajarê Soranê derket û mixabin bû sedema mirina gelek welatiyan û birîndarbûna hin welatiyên din bihîst.

Ez ji malbatên kesên di vê karesatê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazim û êşa wan parve dikim.

Ji bo kesên ku di vê bûyera diltezîn de jiyana xwe ji dest dane rehmetê û ji malbatên wan re sebrê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim.