Serok Barzanî: Sersaxiyê ji malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazim
PeyamaKurd – Serok Barzanî hevxemiya xwe ji bo malbatên kesên ku di erdheja navenda Mereşê Pazarcikê de jiyana xwe ji dest dane xwest.
Serok Mesûd Barzanî hevxemiya xwe ji xizmên kesên ku di erdheja li navenda Mereşê Pazarcika ku îro danê sibê rû da û bû sedema gelek qurbaniyan, jiyana xwe ji dest dane, xwest.
Serok Barzanî di peyama xwe ya li ser Twitterê de ev daxuyanî bi kar anî:
“Ez sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên kesên di erdheja ku îro serê sibê li Tirkiye û Sûriyê pêk hat de jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim.”
Îro danê sibê di derdora seat 04.17an de li navçeya Pazarcika Mereşê bi pileya 7.4 erdhejek pêk hat.
Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay ragihand, di erdhejê de 284 kes mirin û 2 hezar û 323 kes jî birîndar bûne.
Erdhej li Herêma Kurdistanê, Iraq, Sûriye û welatên din ên herêmê jî hat hîskirin.
Li gelek deverên Sûriyê herî kêm 427 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin