Serok Barzanî: Em sûc sermezar dikin û ji bo malbatên sehîdan sersaxiyê dixwazin
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser bûyera Zaxo ku artêşa Tirkiyê seha geştiyariyê topbaran kir û bû sedema kuştina 8 kesan û birîndariya 23 kesan peyamekî belav kir. Baregeha Barzanî peyama serok weha ragihand:
“Mixabin li gor agahiyên di destê me de; li Bajarê Zaxoyê li devera Perexê hinek sîvîlên mehsûm şehîd bûne û hinek jî birîndar bûne. Em vî sûcê han bi tundî şermezar dikin û ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.
Her kîjan teref dibe bila bibe, şehîdkirina sîvîlên mehsûm û birîndarkirina wan sûce û nayê qebûlkirin. Ji bo bûyerên weha dubare nebin, divê sînorek bê danîn û hemwelatiyên me nebin qurbanên şerê navbera terefan.
Ji bo berlêgirtina felaket û sûcên weha, çareseriyekî mayînde bê dîtin, wext hatiye ku hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Iraqê ya federal hevkariyê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin