Serokwezîr Barzanî: Erkê me ye ku em xizmeta malbatên sehîdên xwe bikin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku hemû hewlên xwe dane ji bo hêsankirina jiyana welatiyan bi taybetî malbatên şehîdan.
Di çarçoveya Platforma Hêvî û Bikenê de ku îro Yekşemê 13.10.2024an bi amadebûna Serok Barzanî hat lidarxistin, 540 xanî ji bo malbatên şehîdan hatin dayîn.
Mesrûr Barzanî di merasîmê de got, merasîm li ser şîret û rênimûna Serok Barzanî hat lidarxistin û her dem xwe deyndarê malbatên şehîdan dibîne. Wezîfeya me ye ku em ji we re xizmetê bikin."
Di derbarê dabînkirina 540 xanî ji bo malbatên şehîdan de jî Serokwezîr ev tişt got:
“Ev fedakariya ku we ji bo milet û welatê xwe kiriye, erkekî pir hindik e. Tu tişt nikare berdêla fedakariya we bike. Xwedê we li axretê jî bi rûmet bike, çawa ku li dinyayê rûmet daye we. Ji bo malbatên şehîdan em çi bikin jî, pir hindik e. Mixabin, ji ber şert û mercên herêmî, dibe ku em nikaribin bi rêkûpêk xizmeta we bikin. Xizmetkirina malbatên şehîdan karê herî girîng ê hikûmeta me û we hemûyan bûye, di serî de Dezgeha Alîkariya Barzanî.”
Serokwezîr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku hemû hewlên xwe bo asankirina jiyana welatiyan bi taybetî malbatên şehîdan dane û got: "Hewldan ji bo dabînkirina pêdiviyên tendirustiyê ji bo kesên hewcedar an jî dabînkirina derfetên xwendinê ji zarokên şehîdan re hatin kirin."
Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî saziyeke nehikûmî, ne siyasî û neqeydîne ye ku di sala 2005an de li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin