Serokwezîr Barzanî ji bo malbatên her du Pêsmergeyên sehîd peyameke sersaxiyê belav kir

31 October 2021 16:07 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî ji bo malbatên her du Pêsmergeyên sehîd peyameke sersaxiyê belav kir

 PeyamaKurd - Serokewzîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbatên wan pêşmergeyên li Pirdê şehîd bûne kir.

Şeva borî terorîstên DAIŞê li devera Pirdê ya Kerkûkê êrîşî hêzên Pêşmerge kiribûn 2 Pêşmerge şehîd bûbûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe de wiha got:

“Ez gelekî xemgîn bûm bi şehîdbûna pêşmergeyên qehreman Xalid Hemîd Heyas Kakeyî û Ako Kerîm Qadir di êrişa şeva borî ya terorîstên DAIŞ li Pirdê. Ez sersaxiyê didim malbat û heval û hogirên wan û şirîkê xema wan im.

Ev êrîşa terorîstî car din girîngiya hemahengiya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û alîkariya hevpeymaniya navdewletî îspat dike bo rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê û tijîkirina valahiya ewlehiyê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê.”