Nêçîrvan Barzanî êrîsa terorî sermezar kir û sersaxî da malbatên Pêsmergeyên sehîd

17 November 2024 15:16 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî êrîsa terorî sermezar kir û sersaxî da malbatên Pêsmergeyên sehîd

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 17ê Mijdarê, êrîşa terorî ya bi ser hêzên Pêşmerge û Iraqê de li Xurmatûyê şermezar kir û ji bo malbatên Pêşmergeyên şehîd bûne, sersaxî xwest.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Ez pirse û sersaxiya xwe ya kûr arasteyî malbatên şehîdên êrişa terorîstî ya îro li Xurmatû dikim ku di erkê xwe de û di encama teqîna bombeyeke bi otomobîla lîwaya hevbeş a hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, 3 piledar şehîd bûn.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Em ji Xwedêyê mezin daxwaz dikin ku giyanê wan di dilovanî û mîhrebaniya xwe de şad bike û sebir û aramiyê bide hemûyan û  hêviya selametî û başbûna zû ji bo birîndaran dixwazin.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir “Ev kiryara terorîstî îsbat dike ku teror hîn metirsiyeke rasteqîne ye li ser ewlehî û aramiya Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî û li ser welatiyan, bi taybetî li navçeyên madeya 140. Ji ber wê jî em tekezî li ser berdewamî û bihêztirkirina hevahengî û hevkariya hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman ji bo rûbirûbûn û têkşikandina terorîstan dikin.”

Wezareta Pêşmerge ragihand ku îro li demjimêr 09.00 li Xurmatûyê bombeyeke vedayî bi karwanê fermandariya Fewca 3 ya Lîwaya 1 a hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê de teqiya û di teqînê de Fermandarê Fewcê yê Lîwaya Yekemîn a Hevbeş Eqîd Saman Sabir Silêman, Endazyarê Firqeya 9 a Zirxî ya Artêşa Iraqê Eqîd Mihemed Riza Kerîm û C.E Mihemed Emîn şehîd bûn û 3 leşker jî birîndar bûn.