Serokwezîr Barzanî bi malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê re axivî: Çi pêwîst be em ê bikin

19 December 2021 21:40 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê re axivî: Çi pêwîst be em ê bikin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi riya telefonê bi malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê re axivî. Serokwezîr Barzanî hevxemiya xwe ji malbatan re nîşan da û sersaxî da wan.

Parêzgarê Hewlêrê li ser mijarê ragihand, îro Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw bi nûnertiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê kir û Serokwezîr Barzanî bi riya parêzgar pêwendiyeke telefonî bi malbatên qurbaniyên lehiyê re pêk anî.

Di daxuyaniya parêzgariyê de hat gotin: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pêwendiyê de sersaxî li wan kir û hevxemiya xwe bi wan nîşan da, herwiha hêvî xwest Xwedayê mezin giyanê qurbaniyan bixe ber dilovaniya xwe û bi bihuştê şad bike û sebir aramiyê bide malbatên wan.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiya telefonî de tekezî li wê kir, aliyên pêwendîdar hatine raspardin hemû hewlên xwe didin ji bo dîtina termê qurbaniyên winda yên bobelata lehiyê û got: “Her çi pêwîst be ji bo hevkariya malbatên qurbanî û ziyanpêketiyên vê karesata xwezayî, em amade ne û xemsar nabin.”