Serokwezîr Barzanî: Kurdistan, faktora girîng a ewlehiya navçeyê ye

18 October 2022 16:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî: Kurdistan, faktora girîng a ewlehiya navçeyê ye

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi konsul û dîplomatên welatan ên li Herêma Kurdistanê erkdar in re civînek li dar xist. Li gorî agahiyên ku di derbarê civînê de hatin ragihandin, rol û misyona Herêma Kurdistanê ya li ser siyaseta navçeyê hatiye ragihandin.

Di agahiyên ku li ser naveroka civînê hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serokwezîr Barzanî, di civîna dîplomatên biyanî de tekez kiriye ku Herêma Kurdistanê, wekî her carê faktoreke girîng a ewlehî û aramiya navçeyê ye.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, di hevdîtinê de li ser rewşa giştî, proseya siyasî û hewilên damezirandina hikûmeta nû ya Iraqê dan û stendin hatine kirin. Hat ragihandin ku Serokwezîr Barzanî diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê piştevaniya avakirina hikûmeteke xizmetguzar dike ku bê cudahî xizmeta hemû welatiyên Iraqê bike û kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê çareser bike.

Di dewama agahiyan de hat diyarkirin ku tekezî li ser giringiya rêzgirtina li prensîbên hevbeşiyeke rasteqîn, hevsengî û lihevkirinê hatiye kirin. Hat eşkerekirin ku Mesrûr Barzanî, li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem, pir-rengiya aborî, çavkaniyên dahatê û avakirina jêrxaneke bihêz a aboriyê jî agahî dane û bi taybetî jî li ser girîngiya bi sektora çandiniyê û bazarkirina berhemên xwemalî ya ku tê çaverêkirin di van rojan de ji bo bazarên derve bên hinardekirin, rawestiyaye.

Her wiha ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi çaksaziyên darayî, rûbirûbûna gendelî û nehiştina herdirkirina samanên giştî û qala pêvajoya dîjîtalkirina xizmetguzariyan û pêgavên ber bi hukûmeta elektronîkî kiriye ku bi armanca pêşvebirina zelalî, şefafî û nehîştina rûtîn û burokrasiyê hatiye bipêşxistin.

Hat zanîn ku Mesrûr Barzanî tekez kiriye ku armanca wan a sereke, pêşxistin û geşepêdana Herêma Kurdistanê ye û ev jî girêdayiyê girîngiya parastina aramî û asayîşê ya li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê bi giştî ye.