Serokwezîr Barzanî pistî hejmarek hevdîtin û civînên girîng ên li Brîtanyayê vegeriya Kurdistanê

22 April 2022 22:08 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî pistî hejmarek hevdîtin û civînên girîng ên li Brîtanyayê vegeriya Kurdistanê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî serdana xwe ya Brîtanyayê ku ligel Serokwezîr Boris Johnson û hejmarek wezîrên dewletê re hevdîtînên girîng pêk anîn, îro êvarê vegeriya Kurdistanê.

Serokwezîr Barzanî, îro 22yê Nîsanê geşta xwe ya fermî ya dîplomatîk a li Brîtanyayê bidawî anî û gihîşt Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêr.

Mesrûr Barzanî di serdana xwe de bi rêûresmeke fermî ji aliyê Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ve hat pêşwazîkirin û ligel Wezîrên Derve, Wezîrê Navxwe, Wezîrê Berevanî, Wezîrê Perwerdehî, Enerjî, Bazirganî û berpirsên din ên payebilind ên Brîtanyayê re civînên girîng pêk anîn.

Di civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistamê de, li ser guherîn û pêşhatên dawî yên Iraq û herêmê û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê gotûbêj hatin kirin.

Mesrûr Barzanî herwiha li Londonê li Peymangeha Chatham House gotarek pêşkêş kir ku wê gotarê jî di raya giştî ya Brîtanyayê û Kurdistanê de deng veda ku li ser mijarê pêwendiyên ligel Bexdayê û rewşa Herêma Kurdistanê zanyariyên girîng parve kirin.