Ji bo kesên di sewata Mûsilê de can dane peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ji bo wan kesên ku şeva borî ji ber şewata ku di salona dawetekê de li taxa Hemdaniye ya Mûsilê derket de can dane peyameke sersaxiyê parve kir.
Serok Mesûd Barzanî jî li ser vê yekê parve kir
"Ez bi xemgîniyeke mezin nûçeya şewata li navçeya Hemdaniyeyê ku bû sedema mirin û birîndarbûna bi sedan welatiyan wergirt. Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim û ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku lezê bide başbûna birîndaran. birîndar bûn."
Hat ragihandin ku li Mûsila Iraqê di şewata ku li salona dawetê derketiye heta niha 113 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate tomarkirin ku bûk û zava jî di karesatê de can dane û 500 kes jî birîndar bûne.
Ji aliyê din ve Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand, hejmareke zêde ya tîmên pizîşkî û ambûlans bo Hemdaniyê hatine şandin.
Wezîr Berzencî diyar kir, bi talîmata Mesrûr Barzanî nexweşxaneyên Hewlêrê ji bo pêşwazîkirina birîndaran amade ne.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, hat ragihandin ku bi ambûlansan birîndar rakirine Servîsa Lezgîn a li Hewlêra paytext û di nav birîndaran de zarokek jî rewşa wî giran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin