Di çarçoveya lêpirsîna sewata otêlê de çend kesên din hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Di çarçoveya lêpirsîna derbarê şewata otêlê ya li Bolu Kartalkayaya Skîyê ya ku 78 kes mirin de 2 kesên din hatin desteserkirin.
Lêpirsîna derbarê şewata ku di 21ê Çileyê de li Otela Grand Kartalê derketibû ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Boluyê ve dewam dike.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Boluyê Sirri Kostereli û Alîkarê Sekreterê Giştî Bunyamin Bal hatin desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de 28 gumanbar berê hatibûn desteserkirin, 19 jê hatibûn girtin, 8 jê bi şertê kontrola edlî, 9 kes hatibûn berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin