Trajediya sewata otêlê li Bolûyê! 10 mirî, 32 birîndar!

21 January 2025 11:02 0 dîtin
Trajediya sewata otêlê li Bolûyê! 10 mirî, 32 birîndar!

PeyamaKurd – Gelek ekîbên îtfaiyeyê ji bo şewata ku li Navenda Şematê ya Bolû Kartalkayayê di otelekê de derketî bersiv didin. Ji ber ku agir bi otêlê ket, li gorî agahiyên destpêkê 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 32 kes jî birîndar bûne.

Li navenda Çiyayên Koroğluyê ji ber sedemeke ku nayê zanîn di otelekê de şewat derket. Şewat bi lez li otêlê belav bû.

Li ser agahdarkirinê ji navenda bajar, navçe û navçeyên derdorê gelek îtfaiye, AFAD, UMKE û ekîbên tenduristiyê û helîkopter sewqî herêmê kirin.

Ji ber şewatê niştecihên otêlê hatin tehliyekirin, ekîb xebatên vemirandina şewata mezin didomînin.

Daxuyaniya Alî Yerlîkaya

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya got, "Îro di saet 03.27an de li Navenda Şematê ya Kartalkayayê 267 personelên sazî û rêxistinên gelerî mudaxeleyî şewatê kirin û mudaxele dewam dike."

Li gorî agahiyên destpêkê mixabin 6 welatiyên me jiyana xwe ji dest dane û 31 welatiyên me jî birîndar bûne.

Ji welatiyên me yên ku jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê û ji birîndarên me re jî şifaya xêrê dixwazim.'

Hejmara miriyan derket 10an

Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya dawî de got, “Mixabin hejmara miriyan derket 10an û hejmara birîndaran jî derket 32yan Ez ji Xweda rehma xwe li welatiyên me yên jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim."