Êrîsa bombeyî li peravê û otêlê: 32 mirî, 63 birîndar!
PeyamaKurd – Li Mogadîşuya paytextê Somaliyê di êrîşa bombeyî û çekan a ji aliyê Eş-Şebab ve li peravê û otêlekê hat kirin de 32 kes mirin û 63 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Polîsê Somalî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku endamên El Şebab li Mogadîşuyê êrîşî Lido Beach û Beach View Hotelê kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li perava ku sivîl lê kom bûne, xwekujekî xwe teqandiye û gelek êrîşkar jî ketine otêlê û gule berdane.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrîşê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dane û 63 kes jî birîndar bûne û hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê tevahiya şevê li dijî êrîşkaran şer kirine.
Hat ragihandin ku El Şebab berpirsyariya êrîşê girte ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin