Li Ezazê êrîsa bombeyî: 9 mirî, gelek birîndar!
PeyamaKurd – Li navçeya Azezê ya Bakurê Sûriyeyê di encama teqîna bombeya ku di wesayîtekê de hatibû bicihkirin de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.
Li Ezazê ya ku di bin kontrola Tirkiye û komên wê yên çekdar de ye, li hemberî Kilîsê bombeya ku di wesayîtekê de hatibû bicihkirin, teqiya.
Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de 9 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Piştî êrîşê li derdorê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û birîndar rakirin Nexweşxaneya Azezê.
Hêzên ewlehiyê yên xwecihî li cihê bûyerê lêkolîn kirin û heta niha ti kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin