Tirkiyê li Ezazê gumanbarê tê îdiakirin alîkarî daye êrîsa bombeyî ya Stenbolê girt

17 November 2022 11:20 0 dîtin
Tirkiyê li Ezazê gumanbarê tê îdiakirin alîkarî daye êrîsa bombeyî ya Stenbolê girt

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li Ezaz a Sûriyê gumanbarê bi navê Hûsam A. yê tê îdiakirin alîkarî daye êrîşa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê, ji aliyê ve hat girtin.

Li gor zanyariyan, di çarçoveya lêpirsîna li ser teqîna ku di 13ê Mijdarê li Cadeya Îstîklalê hat kirin û di encamê de 6 kesan can dan û 81 kes jî birîndar bûn de, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê diyar kirin ku Ehlam Elbeşîrê ku çalakî li dar xistiye û gumanbarê bi nasnavê "Hûsam" ku alîkariya wê kiriye li herêma Ezaz a Sûriyê hatiye girtin.

Nûçeya AAyê da zanîn ku gumanbarê ku tê îdiakirin endamê YPGê ye saleke berî teqîna Îstiklalê hatiye Stenbolê.

Herwiha hat destnîşankirin, gumanbarê ku bi kiryarê êrîşê Ehlam Elbeşîr û hevalên wî re tevgeriyaye û di dema amadekariyên êrîşê de alîkariya wan kiriye û di operasyona ku piştî teqînê hat destpêkirin de nehatiye girtin reviyaye Sûriyê.

Herî dawî hat diyarkirin, gumanbarê ku li Ezazê bi operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hat girtin ji bo lêpirsînê dê bibine Stenbolê.

Hêjayî gotinê ye, Ezaz, piştî Operasyona Mertalê Feratê ketibû bin dagirkeriya Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve.