Îmarat ji bo erdhejê 50 milyon dolar alîkarî disîne Tirkiyê

07 February 2023 23:32 0 dîtin
Îmarat ji bo erdhejê 50 milyon dolar alîkarî disîne Tirkiyê

PeyamaKurd – Îmarata Ereb biryarê da ku ji bo deverên erdhej lê çêbûye bi miqdarê 100 milyon dolarî alîkariyê bike. Ajansa fermî ya Îmaratan WAM ê ragihand ku Emirê Îmaratan Muhammed bin Zayid Al Nahyan, ji bo welatên dost yên ku erdhej li wan çêbûye bi miqdarê 100 milyon dolar alîkariyê bike.

Ji vê alîkariyê 50 milyon dolar ji bo Tirkiyê û 50 milyon dolar ji bo Sûriyê ye.