Kamala Harrisê 540 milyon dolar alîkarî kom kir
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Cîgira Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û namzeta Demokratan a Serokatiya DYAyê Kamala Harris, li gel ku di 21ê Tîrmehê de bû namzet jî, di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê ya xwe de 540 mîlyon dolar alîkarî kom kiriye.
Li gorî nûçeya The Hill, Seroka kampanyaya hilbijartinê ya Harris Jen O'Malley Dillon piştî kongreya Partiya Demokrat a li Chicagoyê daxuyaniyek da.
Dillon da zanîn ku alîkariyên ku Harris di kongreya 4 rojan de di çarçoveya kampanyayê de kom kiriye 82 milyon dolar zêde bûye û bi giştî gihiştiye 540 milyon dolarî.
Dillon da zanîn ku di kongreyê de, di rêjeya bexşan de zêdebûneke gring çêbûye û diyar kir ku ji destpêka kongreyê heta niha 200 hezar xwebexşên nû ji bo kampanyayê xwe tomar kirine.
Jen O'Malley Dillon diyar kir ku ji sisêyan yekê bexşan ji aliyê kesên ku cara yekem bexşan kirine hatine kirin û mamoste û hemşîre jî di nav komên pîşeyî yên ku herî zêde bexşê kirine de ne.
Di 19-22yê Tebaxê de li Chicagoyê Kongreya Partiya Demokrat hat lidarxistin.
Di 24 demjimêrên destpêkê de piştî ku Serokê DYAyê Joe Biden ew ji bo hilbijartinên serokatiyê destnîşan kir, Kamala Harris 81 mîlyon dolar bexş berhev kir û ev rêjeya herî zêde ya di roja yekem de hate tomarkirin.
Li DYAyê, di pêvajoya hilbijartinên serokatiyê de, ji ber ku di derbarê encamên hilbijartinê de dîmenek gring dide xuyakirin, rêjeya alîkariyên komkirî û hejmara bexşdaran ji nêz ve tê şopandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin