Amerîkayê, bi 300 milyon dolaran alîkarî da wî welatî

03 May 2023 14:30 0 dîtin
Amerîkayê, bi 300 milyon dolaran alîkarî da wî welatî

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada leşkerî ya Amerîkayê hatin ragihandin, karbidestên Amerîkî radigihandin ku nêzîkî 300 milyon dolar alîkariya leşkerî ji bo Ukraynayê dikin.

Hat diyarkirin ku Amerîka wê bi qasî 300 milyon dolarî alîkariyên leşkerî yên zêde bişîne Ukraynayê ku di nav wan de top, hawan, roketên asîman-erd û cebilxaneyê hene.

Li gorî hat zanîn, di pakêta alîkariya leşkerî ya nêzî 300 milyon dolarî de roketên Hydra-70 jî hene ku roketên bê rêber in ku ji balafiran tên havêtin.

Ji ber ku heta niha pakêta alîkariyê bi awayekî fermî nehatiye ragihandin, rayedarên ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku hemû cebilxane dê bên şandin.

Beriya niha jî Wezîrê Karên Hundir Igor Klimenko duh ragihandibû ku amadekariyên ji bo derxistina Rusyayê ji axa Ukraynayê dewam dikin û ji bo li dijî êrîşan 8 lîwayên nû hatine avakirin.