Amerîkayê, bi 428 milyar dolaran çek firotin wî welatî
PeyamaKurd- Ji qada Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin ku wan firotina cebilxaneya leşkerî ya ji bo Taywanê, erê kiriye.
Li gorî agahiyên ji aliyê Ajansa Hevkariya Ewlekariya Berevaniyê ya Amerîkayê hatin ragihandin, pesendkirina 2 beş firotina cebilxaneyên eşkerî yên cuda, ji bo Taywana ku bi Çînê re nakok e, hatiye qebûlkirin.
Hat diyarkirin ku di derbarê mijarê de ji Kongreya Amerîkayê re teblîxat hatiye şandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku firotina leşkerî ya ji bo Taywanê jî di nav de parçeyên berdest ên pergalên çekan û komkeştiya firokeyên F-16 û C-130 jî bi buhayê 330 û 98 milyon dolarî û bi giştî bi buhayê 428 milyon dolaran, ev firotin pêk hatiye.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku firotina muhtemel di heman demê de xizmetê ji berjewendîyên aborî, neteweyî û ewlekariyê yên Amerîkayê re dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin