Amerîkayê, firotina F-35A ya ji bo wî welatî qebûl kir

14 September 2023 15:00 0 dîtin
Amerîkayê, firotina F-35A ya ji bo wî welatî qebûl kir

PeyamaKurd- Di daxuyaniya nivîskî ya Ajansa Ewlekarî û Hevkariya Parastinê ya Pentagonê (DSCA) de hat ragihandin ku Amerîkayê firotina F-35A ya ji bo Koreya Başûr qebûl kir.

Di daxuyaniya DSCAyê de hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, firotina balafirên şer ên cureya F-35A û alavên leşkerî yên cuda bi buhayê 5,06 milyar dolarî bifiroşe Koreya Başûr erê kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li ser erêkirina firotinê, teblîxat ji Kongreya Amerîkayê re hatiye şandin.

Her wiha hat diyarkirin ku heger Kongreya Amerîkayê di nav 30 rojên kar de li dijî biryara wezaretê nerazî be, rêveberî di derbarê naveroka pakêtê de bi welatê ku lê firotin lê hatiye qebûlkirin re dest bi dan û stendinan dike.