Amerîkayê, firotina mosekên Tomahawk qebûl kir

17 March 2023 15:00 0 dîtin
Amerîkayê, firotina mosekên Tomahawk qebûl kir

PeyamaKurd- Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de hat destnîşankirin ku wan nêzîkî 220 peymanên kirîna moşekan a ji bo Awûstralyayê ku bi qasî 900 milyon dolarî tê çaverêkirin, qebûl kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Awûstralya "yek ji mutefîqên wê yên herî girîng" ên li Rojavayê Pasîfîkê ye û peymana firotina moşekan "wê piştgirî bide armancên polîtîkaya derve û ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê."

Hat diyarkirin ku moşekên Tomahawk dikarin ji keştiyên binderyayê yên çîna Virginia yên ku di çarçoveya peymana AUKUS da bên kirin, bên havêtin.

Wezîrê Berevaniyê Avusturalya Richard Marles diyar kir ku ew bi Amerîkayê re ji nêz ve dixebitin û hebûna moşekên êrîşkar ên menzîl dirêj ji bo şiyana leşkerî ya welatê wan girîng e.

Awustralya piştî Brîtanyayê bû duyemîn welatê ku moşekên Tomahawks ji Amerîkayê werdigire.

Her wiha Japonyayê jî ragihand ku ew dikare heta sala 2026an 400 moşekên Tomahawk ji Amerîkayê bikire.

Peymana AUKUS fikaran zêde dike ku ew dikare di pêşerojê de aloziyê li herêmê zêde bike, ji ber ku ew Awûsturalya dike 'yekemîn welatê ku berî ku bigihîje hêza nukleerî xwediyê keştiyên nukleerî ye.'