Amerîkayê firotina mosekên F-16 ji bo Taywanê pejirand!
PeyamaKurd – Hat ragihandin Amerîkayê erê kir ku bi bihayê 619 mîlyon dolar moşekên di balafirên şer ên F-16 de têne bikar anîn bifroşe Taywana ku bi Çînê re di nav nakokiya serweriyê de ye.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da hat destnîşankirin, firotina 100 moşekên dijî radarê yên cureya "AGM-88B HARM" û moşekên hewa-asîmanî yên cureya 200 "AMRAAM" ji bo Taywanê hat qebûlkirin.
Di daxuyaniye da hat gotin, firotina ku wê bi tevahi 619 milyon dolar be, "kapasiteya berevaniya esmani ya Taywane, ewlekariya hereme û şiyana operasyonen hevpar bi Amerikaye re zede bike."
Moşek û alavên ku di balafirên şer ên F-16 ên Amerîkayê de tên bikaranîn ji aliyê şîrketên berevaniyê yên Amerîkayê Raytheon û Lockheed Martin ve tên hilberandin.
Tê payîn ku erêkirina firotina çekan bibe sedema berteka Çînê ku Taywanê wekî beşek ji axa xwe dibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin