Çîn ji Amerîkayê xwest ku firotina sîlihên potansiyel ya ji bo Taywanê betal bike

18 July 2022 22:13 0 dîtin
Çîn ji Amerîkayê xwest ku firotina sîlihên potansiyel ya ji bo Taywanê betal bike

PeyamaKurd – Çapemeniya Çînê bi çavkaniya wezareta bergiriyê ya Çînê ragihand ku Amerîka wê bi miqdarê 108 mîlyon dolarî sîlihên potansiyel bifroşe Taywanê û Çînê xwest ku Amerîka firotina sîlihan betal bike. Wezareta karên bergiriyê Pentagona Amerîkayê roja îna borî ragihandibû ku firotina sîlihên potansiyel ya bi miqdarê 108 mîlyon dolarî tesdîq kirine. Wezareta karên derve ya Amerîkayê jî gotibû ku peyman qediyaye û hatiye îmzekirin.

Wezareta bergiriyê ya Taywanê jî ragihand ku divê peyman di nav mehekî de birêkeve û weha got:

“Li hemberê tehdîda komunîstên Çînê ya leşkerî, nêrîna li ekîpmanên ku ji Amerîkayê dikirin, bi qederê miqdarê sîlihên hatin kirîn û techîzadên wan girînge.”

Amerîka ragihand ku Taywan çiqas bixwaze, wê karibin sîlihan bidinê.