Amerîkayê, firotina Apacheyan a ji bo wî welatî qebûl kir
PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Amerîkayê, firotina helîkopterên Apache û alavên pê re, bi buhayê 12 milyar dolarî ji bo Polonyayê qebûl kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Ajansa Hevkariya Ewlekariya Parastinê ya Amerîkayê de hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, şandina 96 helîkopterên bi cureya AH-64E Apache û amûrên girêdayî wê yên bi buhayê 12 milyar dolarî ji Polonyayê re erê kir.
Hat ragihandin ku li ser erêkirina firotina van helîkopteran, ji Kongreyê re teblîxat hatiye şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin