Amerîkayê firotina mosekên Patriot bo Tirkiyê pesend kir

19 December 2018 11:16 0 dîtin
Amerîkayê firotina mosekên Patriot bo Tirkiyê pesend kir

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê bi nirxê 3.5 milyar dolaran firotina sîstema parastina moşekên hewayî Patriotan bo Tirkiyê pesend kir.

Derbarê biryarê de ji aliyê Ajansa Hevkarî û Ewlekariya Stratejîk a Amerîkayê ku girêdayî Pentagonê ye daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wezareta Derve ya Amerîkayê biryara Firotina Leşkerî ya Biyanî bi nirxa 3.5 milyar dolaran a sîstemên Patriot û muhîmatên piştevaniyê wê sîstemê pesend kir.”

Hat ragihandin ku kongresa Amerîkayê jî ji vê firotinê hatiye agahdarkirin.

Hêjayî gotinê ye, ev demeke Tirkiyê hewil dida sîstemên S-400ên Rûsî yên parastina hewayî bikire û rêkeftin bi Rûsyayê re hatibû kirin. Piştî vê biryara Amerîkayê hîn nayê zanîn bê wê Rûsyayê derbarê dayîna S-400an bo Tirkiyê de çi be.