Japonya: Em ê mosekên berevaniya esmanî yên Patriot bisînin Amerîkayê

23 December 2023 13:33 0 dîtin
Japonya: Em ê mosekên berevaniya esmanî yên Patriot bisînin Amerîkayê

PeyamaKurd – Japonyayê ragihand ku piştî guheztina rêwerzên hinartina çekan ew ê xwe amade bikin ku moşekên berevaniya esmanî yên Patriot bişîne Amerîkayê.

Sekreterê Kabîneya Japonî Yoshimasa Hayashi got, "Ev yek di bihêzkirina bêtir hevalbendiya Japon-Amerîka de xwedî wateyek girîng e. Ew ê ne tenê ji bo ewlehiya Japonyayê, lê di heman demê de ji bo aştî û aramiya berfireh a herêma Hindo-Pasîfîkê jî bibe alîkar."

Rayedarekî hikûmeta Japonyayê diyar kir ku ev moşek wê ji bo tejîkirina cebilxaneya artêşa Amerîkayê ya ji bo ewlekarî û ewlehiya herêma Hind-Pasîfîkê bên bikaranîn.

Balyozê Amerîkayê yê li Japonyayê Rahm Emanuel, di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de, geşedana navborî wekî "biryareke dîrokî" û "mînakek girîng a biryardariya hevpar a Japonya ya ji bo pêşîlêgirtinê" bi nav kir.