Japonya bi sîstema berevaniya asmanî bersiva gefên Çînê dide
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Japonya, li dijî gefên Çînê li peravên Taywanê yên başûrêrojavayê welat li nêzîkî girava Yonaguniyê sîstema berevaniya asmanî bicih dike.
Li gorî zanyariyan Japonya, piştî du keştiyên Çînê avên avên deryayî dabezandine ketiye tevgerê û li dijî gefên Çînê dest bi danîna sîstemên berevaniya asmanî kiriye.
Li gorî nûçeya ajansa Japon Jijiyê, Wezareta Berevaniya Japonyayê eşkere kiriye ku ew dê li girava Yonaguni sîstemên berevaniya asmanî yên moşekên ji erdê bo asman bicih bikin.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê Takeshi Aoki jî daye xuyakirin ku ew vê pêngavê ji bo bihêzkirina berevaniya giravên başûrêrojava davêjin û ev yek beşek ji berfirehkirina baregeha Okinawa ya Hêzên Bejahî ya Japonê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin